Hims-Dêrazorê-SANA
Tîma El-Kerame li ser tîma El-Hurîye bi du golan li hemberî golekê bi ser ket, di yarîya paşxistî ya Xula Taybet a Futbolê de ya ku îro li yarîgeha Xalid Bin El-Welîd li Himsê di navbera wan de bi rê ve çû.
Bi vê serketinê El-Kerame xalên xwe bilind kirin bo 28 xalan di rêza pêncem de, û El-Hurîye bi 15 xalan di rêza dehem de ma.
Her weha di yarîyeke din a paşxistî de tîma Tişrîn li ser tîma El-Fitûwe bi encama 4-3 bi ser ket, di yarîya ku li yarîgeha Şaredarîya Dêrazorê hat lidarxistin.
Tişrîn xalên xwe bilind kirin bo 28 xalan di rêza çarem de, û El-Fitûwe bi 19 xalan di rêza nehem de ma.








