Heleb – SANA
Rêveberê Giştî yê Sazîya Giştî ya Veguhastina Rêyan, Muaz Necar, piştrast kir ku karên tamîrkirin û nûjenkirina rêya Heleb – Etarib – Bab El-Hewa li gorî planên teknîkî û demên pejirandî têne kirin, bi mebesta bihêzkirina ewlehîya trafîkê û baştirkirina tevgera veguhastinê.
Muaz Necar duh roja Înê di dema geşteke meydanî de, tekezî li ser girîngîya jinûveqîrkirin û çareserkirina çalan û şeqan bi awayekî çalak kir. Navborî çav li qonaxên cîbicîkirinê gerand û ferman da ku amadebaşîya teknîkî û bersivdana lezgîn a ji bo rewşên awarte hebe, da ku berdewamîya tora rêyan bi çêtirîn taybetmendîyan were misogerkirin.
Ev rê wekî korîdorekî sereke, zindî û stratejîk li bakurê Sûrîyê tê hesibandin, ji ber ku bajarê Helebê bi herêmên rojava û bakur ve girêdide heta ku digihîje dergehê sînorî yê Bab El-Hewayê, ku ev yek xizmeta tevgera veguhastina bazirganî, mirovî û hatûçûna rêwîyan dike.



