Siwêda-SANA
Parêzgarê Siwêdayê Mistefa El-Bekûr, tekez kir ku parêzgeh amade ye ji bo dabînkirina veguhastina xwendekaran -çûn û hatin- bi temamî belaş, ber bi navendên ezmûnên wan ên dîyarkirî yên li derveyî parêzgehê bi çavdêrîya rasterast ji bo misogerkirina silametîya wan û berdewamkirina xwendina wan bêyî tu astengîyan.
El-Bekûr di daxuyanîyekê de ji bo xwe îro Pêncşemê got: “Paşeroja zarokên me emanet e, û em ê nehêlin ku tu şert û merc an kelem bibin asteng li pêşîya wan.”
Her wiha anî ziman ku ev rêkar ji ber nepejirandina encamdana ezmûnan li hundirê Siwêdayê di bin sîya şert û mercên niha de hat, ku hevahengîya tam ligel Wezareta Perwerde û Hînkirinê û alîyên peywendîdar ji bo misogerkirina beşdarbûna xwendekaran û parastina paşeroja wan a perwerdehîyê hat kirin.
Hêjayî gotinê ye ku Wezareta Perwerde û Hînkirinê biryarek di 14ê Gulana îsal de derxistibû, ku li gorî wê ezmûnên her du şehadeyên qonaxa bingehîn û amadeyîya giştî (bekelorya) bi hemû beşên xwe ve ji bo sala 2025-2026an ji bo xwendekarên Siwêdayê li her du parêzgehên Şam û Gundewarê Şamê werin kirin.