Heleb – SANA
Li Herêma Cerablusê, li gundewarê Helebê yê rojhilatî û ji ber bilindbûna asta ava çemê Feratê zîyanên mezin çêbûn, ku bû sedema binavbûna erdên çandinîyê û projeyên xwedîkirina masîyan, digel xeterîya li ser hin xanî û kampên nêzî rêya çem, eger bilindbûna avê berdewam bike.
Tîmên Berevanîya sivîl piştrast kirin ku ew bi gazîya bangên welatîyan ve çûn, operasyonên valakirinê ji bo hin malbatên ku zirar dîtine pêk anîn, hişyarîya çêbûna lehîyên nû da, û bang li welatîyan kirin ku ji peravên çem dûr bikevin û li zarokan miqate bin ta ku ewlehîya wan were parastin.
Cotkar û xwedîyên projeyan li deverê behsa zîyanên mezin ên ku gihîştin berhemên genim, bacan, îsot û fûlan kirin, digel zîyana hewzên masîyan û binavbûna bi dehan donimên çandinîyê berî demsala çinînê.




