Tertûs – SANA
Serokê Beşa Polîsan a Başûr li Tertûsê Ehmed El-Şêban dîyar kir ku ji ber zêdebûna bûyerên dizîya kabloyên elektrîkê di demên dawî de, dewrîyên pispor karên çavdêrî û şopandinê xurt kirin, ku di encamê de yek ji kesên ku destê wî di van dizîyan de heye hat girtin.
El-Şêban ji nûçegihanê SANAyê re eşkere kir ku bi rêya yek ji dewrîyan, kesek di dema pêkanîna tawana dizîyê de hat girtin, gava ku wî komek kabloyên elektrîkê li ser otomobîleke ji cureyê Suzuki vediguhast.
El-Şêban her wiha got: Yekser ew kes û otomobîl hatin desteserkirin, û dest li ser koma kabloyan hat danîn, ku dirêjahîya wan bi qasî 3 hezar metreyan hat texmînkirin.
El-Şêban tekez kir ku lêpirsîn hîn berdewam in, bi armanca eşkerekirin û gihîştina bi endamên din ên koma ku di van dizîyan de cih girtine, û girtina rêkarên qanûnî yên pêwîst derheqê wan de.







