Gundewarê Şamê-SANA
Karên nûjenkirin û jinûve-madekirina navenda sîloyên Edrayê li gundewarê Şamê berdewam dikin ji bo bilindkirina asta amadebaşîyê berî destpêkirina demsala wergirtina genim a sala 2026an. Ev hewldanên ku ji alîyê Sazîya Genim a Sûrîyê ve tên meşandin, armanc dikin ku şîyana depokirinê xurt bikin, piştgirîya tora ewlehîya xurekê bikin û pêdivîyên aşan ji berhemên stratejîk dabîn bikin.
Rêveberê navendê Mehmûd El-Bêrûtî zelal kir ku karên çaksazî û nûkirinê berî nêzîkî du mehan dest pê kirine, piştî rawestandina ji dawîya sala 2012an ve ji ber zirarên mezin. Karûbar amadekarîyên mîkanîkî û elektrîkî li sîloyan li xwe digirin ku şîyana wan a depokirinê digihîje 200 hezar tonî, û berî sala 2010an pêdivîyên aşên Tişrîn, El-Niştimanî, El-Xizlanîye û El-Nasirîyê dabîn dikirin.
Kargerê nûkirinê Semîr Muhyîdîn ragihand ku rêjeya cîbicîkirinê gihîştiye nêzîkî 80 ji sedî bi rêya kadro û şirketên navxweyî yên ku bi şev û roj dixebitin. Karûbar çakkirina 60 motorên xebitandinê, hilder û veguhastokan li xwe digirin, ji bo amadekirina cih berî destpêkirina demsala dexlûdan û misogerkirina depoyeke stratejîk a Sûrîyê.
















