Şam – SANA
Civakên Mesîhî (li gorî salnameya Rojhilatî) li Sûrîyê îro Yekşemê “Yekşema Şe’anînê” pîroz kirin. Bi serokatîya Patrîk û Metranan, ji bo bîranîna ketina Hezretî Îsa (s.x.l) bo Qudsê, qedas û nimêj hatin kirin.
Patrîk Yûhena yê Dehem (yê Romên Ortodoks) li dêra “El-Meryemîyê”, û Patrîk Eframê Duyem (yê Suryanên Ortodoks) li dêra “Mar Circis”, serokatîya qedasên destpêkirina Hefteya Êşan li gorî salnameya Rojhilatî li Şamê kirin.
Patrîkan û Metranan bi vê boneyê gotarên olî pêşkêş kirin û ji Xwedê xwestin ku Sûrîyê û gelê wê biparêze, û aştî û hezkirin li her derê welat serdest bibe.

















