Şam-SANA
Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî yê Sûrîyê Merwan El-Helebî, ligel Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed, rewşa xwendina bilind li parêzgehê, planên geşepêdanê û çareserkirina hin dosyayên taybet bi zanîngehên li wir gengeşe kirin.
Wezîr El-Helebî di hevdîtina ku îro Çarşemê li avahîya wezaretê li Şamê hat lidarxistin, piştrast kir ku wezaret kar dike da ku hebûna xwe li navçeya rojhilat bi rêya pêngavên pratîkî xurt bike.
Di nav van pêngavan de amadekirina binesazîya taybet bi şaxê Zanîngeha Firatê li Hesekê heye. Wî destnîşan jî kir ku xwendina bilind stûna bingehîn a geşepêdana li parêzgehê ye.
Navborî tekezî li ser pêwîstîya çareserkirina dosyaya xwendina zanîngehê li parêzgehê kir, berî derketina mifadeleyên (pêşbirka qebûlkirina xwendekaran) zanîngehan.
Her wiha dîyar kir ku dê molet bê dayîn ku zanîngehên taybet li devera rojhilat werin vekirin, da ku jîngeheke zanîngehî ya yekgirtî ku hewcedarîyên xwendekaran û herêmê dabîn dike, were peydakirin.
Ji alîyê xwe ve, Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed bal kişand ser wan zehmetîyên ku li pêşîya pêvajoya perwerdeyê li parêzgehê hene, xasma dûrbûna navbera bajaran. Ehmed got ku hebûna navendeke zanîngehî ya yekgirtî li Qamişloyê pêwîstîyeke xizmetguzarî û perwerdeyê ye.
Her wiha bal kişand ser girîngîya başkirina jîngeha perwerdeyê, xurtkirina aramîya akademîk, liberçavgirtina xwezaya herêmê û pêdivîyên wê yên bingehîn û danîna danasînên hûrbîn ji bo materyalên zanîngehan ku li gorî pîvanên niştimanî bin.