Şam-SANA
Kompanya Telekomê ya Sûrîyê karên tamîrkirin û sererastkirina kabloya fîber optîk (tîşk) a ku tîşkê dide her du parêzgehên Dera û Siweydayê bi dawî kir, piştî ku kablo ji ber karên kolandinê li herêmeke ser bi bajarê El-Kiswe li parêzgeha Gundewarê Şamê hatibû birîn.
Kompanyê di daxuyanîyekê de ku îro Şemîyê kopîyek jê gihîşt SANAyê, dîyar kir ku tîmên tamîrkirina teknîkî li şaxa Gundewarê Şamê bi rengekî berdewam ji bo çareserkirina vê têkçûnê xebitîn. Di vê çarçoveyê de, rêça kabloyê ji navçeyên kolandinê hat veguhastin bo rêyeke alternatîf li ser otobana navdewletî ya Şam-Derayê, bi mebesta bilindkirina asta xizmetguzarîyê û baştirkirina kalîteya veguhastin û sînyalê li ser kabloya zîyandîtî.
Kompanyê piştrast kir ku xizmetguzarî bi rengekî gav bi gav vedigerin rewşa xwe ya asayî, û aramîya torê li navçeyên ku bandor lê bûye xurtir dibe.