Şam-SANA
Di çarçoveya xebata wê ya berdewam a şopandina kesên derveyî qanûnê, Fermandarîya Ewlekarîya Hundirîn li parêzgeha Tertûsê, operasyoneke ewlekarîyê pêk anî, di encamê de, li deverên derdora bajêr dest danîn ser hejmarek ji çekan.
Wezareta Hundirîn li ser kenala xwe ya Telegramê, dîyar kir ku li gor zanyarîyên hûrbîn derbarê hebûna çekan li çend cihên li derdora bajêr, yekîneyên pispor operasyoneke serdegirtinê pêk anî, di encamê de dest danîn ser hejmarek ji çekan ku di nav wan de avêjtokên RPG û guleyên wê, tivingên otomatîk, dûrbînên şer, amûrên peywendîyê yên pêşketî û kamerayên çavdêrîyê hebûn. Wezaretê got ku ev çek di bin axa baxçeyê zevîyekê de veşartî hatin dîtin.






