Hims-SANA
Sûrîyên ku ji Libnanê tên, îro Yekşemê dest bi ketina xaka Sûrîyê bi rêya derîyê sînorî yê Cûsîyê kirin, da ku bêhnvedana Cejna Qurbanê ya pîroz di nav malbat û nas û xizmên xwe de derbas bikin.
Rêveberê Têkilîyên Giştî li Derîyê Sînorî yê Cûsîyê Mahir Hac Ehmed ji bo peyamnêrê SANAyê dîyar kir ku Desteya Giştî ya Derî û Gumrikan a Sûrîyê bi rêya hemû derîyên xwe yên sînorî li Sûrîyê, berdewamîya tevgera rêwî û barhilgiran di heyama Cejna Qurbanê ya pîroz de tekez dike.
Hac Ehmed bal kişand ser pêşkêşkirina hemû hêsankarîyan ji bo kesên ku tên Sûrîyê ji hêla rêveberîya derîyê Cûsîyê û karmendên wê ve, ligel dirêjkirina dema mayînê ji 15 rojan bo du mehan.




