Heseke-SANA
Nûnerê Serokatîya Komarê Emîd Zîyad El-Ayiş ligel Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, bi amadebûna parêzgerê Hesekê Nûredîn Ehmed û hejmarek fermandarên leşkerî û ewlehîyê, mekanîzmaya yekkirina sazîyên leşkerî û ewlehîyê gotûbêj kirin. Her wiha gavên cîbicîkirinê yên têkildarî vê mijarê li gorî peymana 29ê Kanûna Duyem a bi HSDê re hatin qalkirin.
El-Ayiş di daxuyanîyeke çapemenîyê de ji bo Rêveberîya Ragihandina Hesekê dîyar kir ku sê lîwayên leşkerî dê di nava Firqeya 60an de werin yekkirin. Derbarê dosyaya dîlgirtîyan de, wî destnîşan kir ku dê îro dest bi karê berdana 60 girtîyan bikin, ew kesên ku tu tawan an jî pêwendîya wan bi kiryarên sûcdar re nehatine piştrastkirin.
Her wiha destnîşan kir ku dê lîsteyên navên girtîyên ku berê beşdarî çalakîyên şoreşgerî bûne radest bikin, da ku rewşa wan were nirxandin wek amadekarîyekê ji bo berdana wan.
El-Ayiş ragihand ku komîteyên taybetmend hatine pêkanîn ji bo misogerkirina vegera ewledar a koçberan bo herêmên wan, û avakirina tîmeke teknîkî û endezyarîyê ji bo wergirtina zevîyên petrolê yên Rimêlan û Siwêdîyê.