Şam-SANA
Tora Sûrî ya Mafên Mirovan di raporeke berfireh de piştrast kir ku kesên rizgarbûyî û malbatên qurbanîyên komkujîya kîmyewî ya her du Xûteyên Şamê, tevî derbasbûna 13 salan, hêj di bin bandorên giran ên tenduristî, derûnî û civakî de dinalin.
Raporê bal kişand ser nexweşîyên demdirêj, alozîyên derûnî yên kûr, windakirina serpereştên malê û encamên dijwar ên koçberîya bi darê zorê.
Torê di rapora xwe ya ku îro Înê, di salvegera 13an a vê bobelatê de belav kir, dîyar kir ku êrîşa bi gaza sarînê di berbanga 21ê Tebaxa 2013an de her du Xûteyên Rojhilat û Rojava li gundewarê Şamê kirin armanc.
Ev êrîş bi çar derbên kîmyewî yên hevdem li ser herêmên sivîlnişîn, nemaze li Me’demîyet El-Şamê pêk hat; di encamê de 1144 kesan jîyana xwe ji dest da û derdora 5935 kesên din jî birîndar bûn.
10 moşekên bi 200 lître gaza sarînê barkirî
Di raporê de hat eşkerekirin ku di êrîşê de herî kêm deh moşekên ku bi nêzîkî 200 lître gaza sarînê barkirî bûn, hatine bikaranîn.
Ev moşek piştî nîvê şevê hatin avêtin ji bo ku sûdê ji atmosfera esmanî wergirin, da ku gazên jehrî nêzîkî rûyê erdê bimînin.
Ev plana hovane bû sedema zêdebûna hejmara qurbanîyan, bi taybetî di nav sivîlên ku di xew de bûn.
Bikaranîna çekên kîmyewî li dijî sivîlan
Torê destnîşan kir ku rapora şandeya lêpirsînê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya di Îlona 2013an de, bi awayekî dîyarker piştrast kir ku moşekên erd-bi-erd ên bi gaza sarînê barkirî li dijî sivîlan hatine bikaranîn.
Torê piştrast kir ku belgeyên ku wan bi awayekî serbixwe kom kirine, bi temamî bi encamên teknîkî yên şandeya NY re li hev dikin.
Li gorî daneyên Torê, qurbanîyên vê êrîşê derdora 76% ji tevahîya qurbanîyên êrîşên kîmyewî pêk tînin ku ji alîyê hêzên rejîmê ve di navbera salên 2012 û 2019an de hatine encamdan.
Her wiha Torê bang li Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî û dewletên endam kir ku xebatên xwe li Sûrîyê bidomînin û hevahengîya xwe bi mekanîzmayên lêpirsînê yên NY re xurt bikin da ku belgeyên tawanê biparêzin.
Sekreterê Giştî yê wê demê yê NY Ban Ki-moon di 16ê Îlona 2013an de ragihandibû: “Çekên kîmyewî di şerê Sûrîyê de, li dijî sivîl û zarokan bi asteke berfireh hatine bikaranîn” û tekez kiribû ku ev rastî nayên gengeşekirin.