Gundewarê Şamê-SANA
Parêzgeha Gundewarê Şamê bang li wan karmendên ku ji ber beşdarîya di Şoreşa Sûrîyê de ji kar hatine dûrxistin û dixwazin vegerin ser karê xwe kir. Ev bang bi taybetî ji bo wan kesên ku li ser mîlaka Sekreterîya Giştî ya parêzgehê ne û heta niha hevdîtin ligel wan nehatiye kirin, hat kirin ku serî li Rêveberîya Geşepêdana Îdarî li avahîya parêzgehê bidin.
Parêzgehê li ser kanala xwe ya Telegramê duh Pêncşemê dîyar kir ku dema serlêdanê dê di navbera 14.06.2026 heta 18.06.2026an de be. Her wiha tekez kir ku ev daxuyanî wekî banga dawî ji bo encamdana hevdîtinan tê hesibandin.