Heleb-SANA
Şênîyên bajarê Efrînê li gundewarê Helebê yê bakur Cejna Newrozê pîroz kirin. Ev pîrozbahî bi meşekê li kolana Kornîşê û li gundê Basûtê hat lidarxistin, ku tê de beşdaran meşale, find û al hildan. Her wiha wek pîrozkirina vê helkeftê lîstikên agirîn hatin berdan. Çalakîyên cejnê ku duh dest pê kiribûn, heta nîvê şeva îro Şemîyê berdewam dikin.
Ronî Mihemed ji gundê Basûtê got: “Em îro şahîyên Cejna Newrozê ya dêrîn dijîn. Em hêvî dikin ku ji bo her kesê beşdar bûye bibe cejneke pîroz. Îsal azadîyeke zêdetir di lidarxistina pîrozbahîyan de hebû. Tişta balkêş û taybet ew e ku bi mersûmeke serokatîyê ya taybet mafên me hatin naskirin.”
Cejna Newrozê sersala Kurdî ye û di roja wekhevîya biharê di 21ê Adara her salê de ye, ku destpêka biharê û nûbûna jîyanê radigihîne û koka wê vedigere berî zêdetirî 3000 salan.





