Gundewarê Şamê-SANA
Desteya Giştî ya Çavkanîyên Avê peymaneke hevkarîyê ligel Navenda Niştimanî ya Keşnasîyê îmze kir, bi mebesta xurtkirina hevtemamkirina daneyên keşûhewa û avê, da ku xizmeta pêşxistina sîstemên niştimanî yên çavdêrîyê bike. Ev îmzekirin di avahîya desteyê de li Herestayê li Gundewarê Şamê pêk hat.
Peyman ji alîyê Rêveberê Giştî yê Desteya Giştî ya Çavkanîyên Avê Ehmed El-Kewan, û ji alîyê Navenda Niştimanî ya Keşnasîyê ve Dr. Ebdilkerîm El-Mihemed hat îmzekirin.
Rêvebera Navenda Zanyarîyên Çavkanîyên Avê li Desteya Giştî ya Çavkanîyên Avê Sûad Ubêd, îro Çarşemê ji nûçegihana SANAyê re tekez kir ku armanca vê peymanê xurtkirina hevkarîya di navbera her du alîyan de ye ku bêtirî bîst salan e berdewam dike, her wiha pêşvebirina mekanîzmayên karê hevbeş e ku ev yek piştgirîya her du sektorên avê û keşnasîyê dike.



