Şam-SANA
Wezîrê Derve û Koçberan Es`ed Hesen El-Şeybanî, sersaxîya xwe ya herî jidil û hevxemîya xwe pêşkêşî daniştvanên parêzgeha Dêrezorê û malbatên qurbanîyên kir, ku di bûyera xeniqînê ya biêş de jîyana xwe ji dest dane.
El-Şeybanî îro Yekşemê li ser platforma (X)ê tekez kir ku ew di vê karesata diltezîn de li gel malbatên qurbanîyan e. Wî ji Xwedê lava kir ku wan ji dilovanîya xwe ya berfireh bêpar neke, cihê wan bike bihuşta berîn û sebir û hedanê bide malbat û ezîzên wan.