Heseke-SANA
Şanda serokatîyê ku ji bo şopandina cîbicîkirina bendên peymana 29ê Kanûna Duyem ligel “HSD”ê hatiye erkdarkirin, ligel parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed civîya. Rêveberê Îdareya Karûbarên Sîyasî Ebas Husên jî di civînê de amade bû.
Wekî ku Rêveberîya Ragihandinê ya Hesekê îro Yekşemê dîyar kir, di nava şandê de berpirsên parêzgeha Helebê û rêveberê devera Efrînê hebûn. Di hevdîtinê de, mekanîzmaya vegerandina xelkê Efrînê bo bajarok û malên wan hat gotûbêjkirin û amadekirin. Ev kar di çarçoveya plana birêkûpêk a ku dewleta Sûrîyê çavdêrîya wê dike ji bo pêkanîna bendên peymana bi HSDê re tê kirin.