Reqa-SANA
Komîteyeke ji Wezareta Perwerdeyê îro Duşemê dest bi karê xwe kir ji bo hûrbînîya dosyayên mamosteyên Rêveberîya Perwerdeya Reqayê, yên ku di dema hebûna “HSD”ê de li parêzgehên rojhilat li ser karên xwe bûn. Ev xebat bi beşdarîya nûnerên Rêveberîya Çavdêrîya Perwerdeyê ya wezaretê û Wezareta Geşepêdana Îdarî tê meşandin.
Li gorî daxuyanîya wezaretê ya li ser kanala wê ya Telegramê, komîte dê hevpeyvînên kesane pêk bîne û belge û daneyên mamosteyan kontrol bike, da ku rêkarên îdarî yên pêwîst ji bo tevlîkirina wan di nav kadroyên fermî yên Wezareta Perwerdeyê de werin temamkirin.
Komîteyê tekez kir ku ev pêngav di çarçoveya rêkxistina rewşa perwerdeyê de li herêma rojhilat û xurtkirina aramîya proseya hînbûnê tê. Armanc ew e ku mafên kadroyên perwerdeyê werin parastin, asta performansê were bilindkirin û birêveçûna kar di sazîyên fêrkirinê de baştir bibe.
