Şam – SANA
Rêveberîya Bazirganîya Navxweyî û Parastina Bikarhêner li parêzgeha Gundewarê Şamê, li hundirê depoyekê dest danî ser 53 ton maddeyên xurekî û ne-xurekî yên ku dîroka wan derbas bûye, ku dîroka hin ji wan ya sala 2018an e.
Dewrîyên parastina bikarhêner duh Sêşemê maddeyên binpêker di depoyekê de li gundewarê parêzgehê girtin. Rêveberê rêveberîyê Ebdulselam Xalid îro Çarşemê ji nûçegihanê SANAyê re dîyar kir ku karê pêwîst hatiye amadekirin û dest danîne ser tevahîya kelûpelan û binpêkar şandine dadgehê.
Rêveberîya Bazirganîya Navxweyî û Parastina Bikarhêner li Gundewarê Şamê, di dema gerên çavdêrîyê de yên li ser bazar û çalakîyên parêzgehê, di navbera 21 heta 28ê Nîsana borî de, 312 protokolên xurekî amade kirine.

