Quneytira-SANA
Hêzeke Îsraîla dagîrker îro Şemîyê derbasî gundê El-Mişêrfê li gundewarê Quneytirayê yê bakur bû.
Nûçegihanê SANAyê li Quneytirayê dîyar kir ku Hemereke ser bi hêzên Îsraîla dagîrker ve ku bi leşkeran barkirî bû, derbasî gund bû û xaleke kontrolê ya demkî danî, û dest bi lêgerîna rêwîyan kirin berî ku ji deverê vekişe.
Îsraîl bi êrîşên li ser başûrê Sûrîyê û li ser welatîyan, bi rêya serdegirtinan û têkbirina zevîyan, binpêkirina peymana veqetandinê ya sala 1974an, didomîne.
Sûrîye jî bi berdewamî daxwaza derketina hêzên Îsraîlî ji xaka xwe dike, û tekez dike ku hemû karên ku li başûrê Sûrîyê dike betal û bêkêr in, û li gorî yasayên navdewletî ti bandoreke wan a yasayî nîne.