Laziqîyê – SANA
Wezîrê Ragihandinê Hemze El-Mustefa ligel Parêzgarê Laziqîyê Muhemed Osman, rêyên bilindkirina asta hevahengîya navbera alîyên ragihandinê û sazîyên fermî nîqaş kirin, da ku rola ragihandinê wekî hevparê çalak di geşepêdanê de were xurtkirin.
Di civîna îro ya li parêzgeha Laziqîyê, tekezî li ser rola ragihandinê di ronîkirina projeyên xizmetguzarîyê û destpêşxerîyên civakî de hat kirin. Her wiha hat dîyarkirin ku veguhastina gilîyên hemwelatîyan bi şefafîyeteke mezin, bawerîya bi sazîyan xurtir dike.
Wezîrê Ragihandinê Hemze El-Mustefa duh ligel Parêzgarê Idlibê Muhemed Ebdulrehman û rojnamegeran, pêdivîyên pêşxistina karê ragihandinê li parêzgehê û xurtkirina peywendîyan nîqaş kirin. Wî tekez kir ku plana wezaretê giringîyê dide alîyê herêmî yê ragihandinê.







