Dêrezor-SANA
Şaxê Desteya Navendî ya Çavdêrî û Pişkinînê li Dêrezorê gereke çavdêrîyê li dar xist, ku Navenda Dexlûdanê ya Firatê, Aşê Firatê, Sîloyên Dexlûdanê yên Dêrezorê, Navenda Dexlûdanê ya Deh Kîlo û Aşê Deh Kîlo li xwe girt.
Armanc ji vê gerê piştrastkirina ewlehîya rêkarên wergirtin, embarkirin û hêrana genim, xurtkirina dîsîplîna sazûmanî û parastina malê giştî bû.
Desteya Navendî ya Çavdêrî û Pişkinînê, duh Înê, ragihand ku encamên gerê hin binpêkirinên kargerî û darayî nîşan dan.
Ya herî dîyar bazirganîya bi 257 ton arvanê piştgirîkirî bû ku ji bo firinan hatibû veqetandin. Ev arvan ji Aşê Firatê dihat û bi aşên taybet wekî Aşê Somerîyê dihat firotin.
Nirxê vê tibabê hat vegerandin û radestî xezîneya dewletê hat kirin.
Tîmên çavdêrîyê binpêkirin di rêkarên wergirtina dexlûdanê de destnîşan kirin, di nav de destwerdana di dorên wergirtinê de li beramberî wergirtina bertîlê.
Di rewşekê de tibaba bertîlê gihîşt nêzîkî 800 hezar lîreyên Sûrî, ku ev binpêkirineke mezin e û hewceyî hesabpirsînê ye.
Di Aşê Deh Kîloyê de derket holê ku berpirsê embarê di dema wergirtin û radestkirina genim de, li şûna giranîya wan xwe dispart hejmartina kîsan, bi hinceta ku mêzîn xira bûye.
Ev yek li dijî rêkarên kontrolê yên pejirandî ye. Her wiha genimên xerabûyî û yên ji bo hêranê ne guncaw hatin dîtin.
Rêkarên hatine wergirtin ev in: dûrxistina rêveberê şaxê Sazîya Sûrî ya Dexlûdanê li parêzgehê, serokê navenda Deh Kîloyê, berpirsê embara wê û berpirsê embara Aşê Firatê.
Her wiha karkerek hat derxistin piştî ku hat peyitandin ku bertîl wergirtiye û di dorên wergirtinê de destwerdan kiriye. Li şûna wan kesên ku xwedî emanet û berpirsîyarî ne hatin erkdarkirin.



