Şam-SANA
Wezareta Hundir a Sûrîyê îro Sêşemê ragihand ku wê planeke terorîstî ya berfireh pûç kiriye û şaneyeke girêdayî mîlîsyayên “Hizbulah”ê ku aramîya welat dikir armanc, hilweşandiye.
Wezaretê di daxuyanîyekê de got: “Yekîneyên taybetmend ên Wezareta Hundir, bi hevkarîya Dezgeha Hewalgirîya Giştî, bi ser ketin ku derbeke pêşwext û dijwar li planeke terorîstî bidin ku ewlehîya welat û sembolên wê dikir armanc.”
Wezaretê dîyar kir ku rêze operasyonên ewlehîyê yên hevdem li parêzgehên Şam, Heleb, Hims, Tertûs û Laziqîyê, bûn sedema hilweşandina şaneyeke rêkxistî ya girêdayî mîlîsyayên “Hizbulah”ê ku endamên wê piştî dîtina perwerdeyên giran li Libnanê, bi dizî derbasî axa Sûrîyê bûbûn.










