Heleb-SANA
Tîmên Berevanîya Sivîl a Sûrîyê li Rêveberîya Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan li Helebê, îro Çarşemê, ciwanek rizgar kirin ku ketibû nav yek ji kunên li ser çemê Qiuwêqê, nêzîkî Meydana Saedellah El-Cabirî li bajarê Helebê.
Berevanîya Sivîl a Sûrîyê bi rêya kanala xwe ya Telegramê dîyar kir ku tîman piştî wergirtina agahîyê tavilê dest bi operasyona bersivdayîna bilez kir. Ji bo destnîşankirina cihê ku ciwan lê asê mabû û naskirina xwezaya herêmê, planeke meydanî hat danîn û tîman karîbû bigihin wî û bi serkeftî rizgar bikin.
Berevanîya Sivîl hişyarî da welatîyan ku nêzîkî van cihên xeternak ên li ser çem nebin û li ser wan nesekinin. Her wiha ji ber bilindbûna asta avê, bang kir ku ji herikîna çem dûr bikevin û tekezî li ser giringîya baldarbûna li selametîya zarokan kir.