Dera – SANA
Îro li mizgeftên Derayê pêşbirka “Balyozên Suneta Pêxember” ji bo ezberkirina “Erbeyîn El-Newewîyê” bi beşdarîya 251 pêşbirkeran dest pê kir.
Pêşbirk zarok û xortên di navbera (7-18 salî) de dike armanc, da ku Suneta Pêxember (s.x.l) di dilên nifşên nû de xurt bike. Pêdivîya pêşbirkê ew e ku hedîs bi temamî, tevî navên rûwatan, wateyên peyvan û rastxwendina bi tîp û herekan werin ezberkirin.
Rêveberîya Ewqafê navendên pêşbirkê li Dera, Besra El-Şam, Casim, Izri′, Cebab, El-Misêfire û Tesîlê dîyar kirin, ligel vekirina derfeta qeydkirina rasterast ji bo kesên bixwazin li gorî mercên hatine pejirandin.








