Şam-SANA
Hikûmeta Sûrîyê ragihand ku bi Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD)ê re li ser rawestandina şer (agirbestê) lihev kirine. Ev lihevhatin di çarçoveya peymaneke giştî de ye ku tê de li ser pêvajoyeke lihevdukirî û gav bi gav ji bo yekkirina hêzên leşkerî û îdarî di navbera her du alîyan de lihevhatin çêbûye.
Jêdereke hikûmetê îro înê ji “Ixbarîye Sûrîye” re dîyar kir ku peyman vekişîna hêzên leşkerî ji xalên rûbirûbûnê û derbasbûna hêzên ewlehîyê yên ser bi Wezareta Navxwe bo navenda bajarên Hesekê û Qamişlo li xwe digire; bi armanca bihêzkirina aramîyê û destpêkirina yekkirina hêzên ewlehîyê li herêmê. Her wiha, wê tabûreke leşkerî ku ji sê lîwayên hêzên HSDê pêk tê were avakirin, ligel avakirina lîwayekê ji bo hêzên Kobanê di çarçoveya firqeyeke ser bi parêzgeha Helebê ve.
Li gorî jêdera hikûmetê, peyman yekkirina sazîyên Rêveberîya Xweser di nav sazîyên Dewleta Sûrîyê de li xwe digire, ligel çespandina karmendên sivîl. Her wiha li ser çareserkirina mafên sivîl û perwerdehîyê yên civaka Kurd û garantîkirina vegera koçberan bo herêmên wan lihevhatin çêbûye.
Jêdera hikûmetê tekez kir ku armanca peymanê yekkirina xaka Sûrîyê, sepandina qanûnê û pêkanîna yekbûna tam li herêmê ye, bi rêya xurtkirina hevkarîyê di navbera alîyên peywendîdar de û yekkirina hewldanan ji bo jinûveavakirina Sûrîyê.
Jêderê dîyar kir ku yekkirina leşkerî û ewlehîyê dê bi awayekî kesane di nav lîwayan de be, bi şertekî ku dewlet dest deyne ser hemû sazîyên sivîl, hikûmetî û dergehên sînorî û ti parçeyek ji welat li derveyî kontrola wê nemîne.