Tertûs-SANA
Rêveberîya Ewlehîya Hundirîn li devera Banyasê li parêzgeha Tertûsê, dest danî ser du bombeyên çandî yên ku li nêzî pira El-Enazê li ser otobana Lazqîye-Tertûsê hatibûn çandin.
Parêzgeha Tertûsê di daxuyanîyekê de îro eşkere kir ku dewrîyeyên ewlehîyê yekser li derdora cihê bombeyan belav bûn ji bo ewlekirina herêmê û rêgirtin li her metirsîyekê li ser rêwî û otomobîlan. Di heman demê de, tîmên endezyarîyê yên pispor yên Wezareta Berevanîyê dest bi pûçkirina wan bombeyan kirin.
Her wiha, Rêveberîya Ewlehîya Hundirîn li bajarê Tertûsê berîya du rojan bombeyek ku di avahîyeke li ber avakirinê li taxa El-Radar hatibû çandin, pûç kir.





