Laziqîye-SANA
Parêzgarê Laziqîyê Mihemed Osman, di gereke şopandina rewşa bajêr de piştî ragihandina qedexeya derketina derve, xemginîya xwe derbarê bûyerên rojên borî de anî ziman.
Osman di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê, tekez kir ku sûdmendê herî mezin ji van bûyeran handerên fitneyê yên li derveyî welêt in, yên ku bi rêya medyayê hewl didin xwepêşandanan gur bikin. Wî her wiha destnîşan kir ku parêzgeh di vê qonaxê de hewcedarî hişyarî û têgihiştineke kûr a rastîyê ye.
Parêzgar eşkere kir ku piranîya daxwazên hatine kirin, di hevdîtina Serokkomar bi rîspîyên parêzgehê re hatin gotûbêjkirin. Di encamê de ferman hat dayîn ku alîyên peywendîdar lezê bidin berdana leşkerên girtî yên ku doz li ser wan nînin; heta niha 70 kes hatine berdan û hîn wê kesine din jî di demên bê de werin berdan.
Osman bang li welatîyan kir ku nekevin pey bangewazîyên derve yan jî gotarên mezhebperestî, û tekezî li ser yekîtîya Sûrîyan di bin ala welêt de kir.
Her weha piştrast kir ku ew êdî rê nadin dubarekirina van bûyeran, lê di heman demê de wê derîyên parêzgehê ji daxwazên mafdar re vekirî bin, û hişyarî da derbarê hewldanên perçekirina tevna civakî.