Quneytira-SANA
Rêveberê Herêma Bakur li parêzgeha Quneytirayê Mihemed El-Seîd, di civînekê de îro Pêncşemê, bi şandeke ji hêzên UNDOFê re, hejmarek mijarên xizmetguzarî û mirovî gengeşe kirin, xasma dosyeya vekirina rêya El-Hemîdîyê û dabînkirina liv û tevgera sivîlan û hatûçûna wan.
Di civînê de, encamên êrîşên Îsraîlê li ser gund û bajarokên herêmê û niştecihên wan hatin nirxandin, her wiha rewşa nanpêjîya Cibata El-Xeşebê û pêdivîya hêsankirina gihîştina welatî û karkeran bo wê da ku pêdivîyên xwe yên rojane dabîn bikin.
Ev civîn di çarçoveya şopandina mijarên xizmetguzarî û mirovî li parêzgeha Quneytirayê de tê, û ji bo dîtina rêyên çareserkirina hin zehmetîyên girêdayî hêsankirina tevgera sivîlan û gihîştina bi xizmetên bingehîn li çend deveran, bi awayekî ku bandoreke erênî li ser jîyana rojane ya xelkê bike.


