Şam-SANA
Nûnerê serokatîyê ji bo cîbicîkirina peymana 29ê Çileyê Paşîn a bi HSDê re Emîd Zîyad El-Ayiş û berdevkê tîma serokatîyê ya erkdar ji bo şopandina cîbicîkirina wê peymanê, di civîna xwe ya bi Wezîrê Dadê Mazher El-Weys re, agahdarîyeke giştgîr li ser rewşa parêzgeha Hesekê pêşkêş kirin.
Rêveberîya Ragihandina Hesekê bi rêya kanala xwe ya Telegramê îro Pêncşemê dîyar kir ku civîna ku li Şamê bi amadebûna Serdozgerê Komara Sûrîyê Dadwer Şêwirmend Hesan El-Turbe pêk hat, li ser zehmetîyên heyî di sektora dadwerîyê de sekinî.
Her wiha tekezî li ser pêdivîya lezgîn ji bo çalakkirina pergala dadwerîyê li parêzgeha Hesekê hat kirin, bi awayekî ku hêsankirina karûbarên niştecihan garantî bike, lezê li biryardana li ser dozên ku bi salan komî ser hev bûne bike û bawerîya bi sazîyên dadwerîyê bihêztir bike.