Şam – SANA
Çavkanîyeke Wezareta Navxwe ragihand ku Hêzên Ewlekarîya Hundirîn li parêzgeha Hemayê, şaneyeke tawankarîyê ku li devera Xabê karê terorkirinê dikir têk birin, û hemû endamên wê ku 7 kes in girtin.
Çavkanîyê di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê îro Yekşemê dîyar kir ku hat piştrastkirin ku yek ji girtîyan destê wî di bûyera terorkirina welatîyekî ji devera Selhebê ya ku bi rêya vîdyoyekê hatibû belgekirin, heye.