Hims – SANA
Wezîrê Navxwe Enes Xetab û Şêwirmendê Serokatîya Komarê bo Karên Olî Ebdilrehîm Etûn, di serdana xwe ya bo nexweşxaneyên “Ibn El-Welîd” û “Himsa Mezin” li bajarê Himsê, rewşa birîndarên bûyera trafîkê ya diltezîn ku duh li ser rêya Dêrezor – Şamê rû dabû, ji nêz ve şopandin.
Wezareta Navxwe îro yekşemê bi rêya kenala xwe ya Telegramê, ragihand ku Wezîr Xetab û Şêwirmend Etûn, ligel kadroyên pizîşkî, agahdarî li ser rewşa tenduristîyê ya birîndarên sivîl û endamên Hêzên Ewlehîya Navxwe wergirtin, û li şîroveyên derbarê çawanîya pêşkêşkirina çavdêrî û dermankirina pêwîst bo birîndaran, guhdarî kirin.








