Şam-SANA
Rêveberîya Ragihandin û Têkilîyan a Wezareta Parastinê ji SANAyê re:
Yekîneyên pasevanên sînor ên Artêşa Sûrîyê karîn hewldaneke qaçaxçîtîya hebên hişbir ên Keptagonê ji Libnanê ber bi devera Cirûd Esal El-Werd li ser xeta sînorî pûç bikin.
Di navbera yekîneyên artêşê û qaçaxçîyan de şer û gulebaran derket û qaçaxçî revîyan. Di vê navberê de, yekîneyên pispor operasyonên lêgerîn û paqijkirina herêmê berdewam dikin.