Idlib-SANA
Heyva Sor a Qeterî, bi hevkarîya Heyva Sor a Sûrî û Wezareta Tenduristîyê, dest bi belavkirina 125 hezar rûniştinên şûştina gurçikan li ser 87 navendan li parêzgehên cuda yên Sûrîyê kir, ji bo piştgirîya nexweşên jikarketina gurçikan.
Rêkxerê projeyên tenduristîyê li Heyva Sor a Qeterî Dr. Hesen El-Qesûm, di daxuyanîyekê de ji bo nûçegihanê SANAyê îro Pêncşemê dîyar kir ku ev belavkirin di çarçoveya plana bersivdana pizîşkî ya awarte de hat, piştî banga hewarçûnê ji alîyê Wezareta Tenduristîyê û navendên şûştina gurçikan li Sûrîyê.
El-Qesûm tekezî li ser berdewamîya hewldanên rêxistinê di piştgirîkirina nexweşên gurçikan de li Sûrîyê û dagirtina valahîyên di xizmetên tenduristîyê de kir. Her wiha da zanîn ku ew vêga mijûlî nûjenkirina beşekî ji bo çandina gurçikan li Şamê ne, da ku êşa nexweşên gurçikan bi temamî bi dawî bibe û kalîteya jiyana wan baştir bibe.





