Parîs-SANA
Serokê Fransayê Emmanuel Macron, îro Çarşemê, pêşwazî li tevlîbûna Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) di nav sazîyên dewleta Sûrîyê de kir.
Macron li ser hesabê xwe yê platforma “X”ê nivîsand: “Ez pîrozbahîyê li Sûrîyê dikim, bi boneya pêngava dîyarker a ku duh di rêça yekkirina Hêzên Sûrîya Demokratîk di nav sazîyên dewleta Sûrîyê de pêk hat.”
Serokê Fransayê piştrast kir ku welatê wî dê piştgirîya Sûrîyê berdewam bike, û yekparçeyî û serwerîya wê wekî qiblenimaya (bosle) xwe ya yekane dîyar bike, ligel rêzgirtina li hemû pêkhateyên civaka Sûrîyê û sînordarkirina çekan di destê dewletê de.