Şam-SANA
Wezareta Darayî ya Sûrîyê duh Yekşemê giştînameyek derxist û tê de rênimayên cîbicîkirina gerên çavdêrîyê li ser sazîyên geştyarîyê destnîşan kir. Ev gav di çarçoveya başkirina xizmetguzarîyan û wekî bersiveke ji bo hevkarîya bi Yekîtîya Odeyên Geştyarîyê re hat avêtin.
Wezaretê di giştînameyê de ji hemû dewrîyeyên çavdêrîya xwaringeh, sazîyên geştyarîyê, û her wiha ji rêveberîyên darayî yên li parêzgehan xwest ku gerên xwe yên li nava xewgeh, xwaringeh û çayxaneyan bi şêwazekî şaristanî û aram pêk bînin, û ji her tevgereke ku bibe sedema acizkirina mêvan û geştyaran dûr bikevin.
Her wiha wezaretê tekezî li ser wê yekê kir ku divê ketina nava sazîyan bi rengekî birêkûpêk û bi rûmet be, û heta pêkan be bi hevrêzîya bi rêveberîya sazîyê re pêk bê. Her wiha divê endamên dewrîyeyê nasnameya xwe ya fermî bi zelalî dîyar bikin û xwe ji her kiryareke ku wekî nîşandana hêzê bê fêmkirin an jî bandoreke neyînî li ser mêvanan bike, dûr bixin.