Berdevkê Tîma Serokatîyê ya ji bo bicihanîna peymana 29ê Kanûna Paşîn ligel Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD), Ehmed El-Hîlalî, îro Înê çend pêngavên girêdayî dosyayên vegera penaberan û girtîyan ragihandin.
El-Hîlalî di daxuyanîyekê de ji SANAyê re got ku tîma serokatîyê bi hevahengîya serokatîya Ewlehîya Hundirîn li parêzgehên Hesekê û Helebê û her wiha bi hevkarîya Bergirîya Sivîl, serpereştîya vegera komeke nû ya xelkê Efrînê dike. Ev kom dê ji bajarê Qamişlo ber bi bajarê Efrînê ve bi rê bikeve.
Navborî da zanîn ku bernameya sibe vegera derdora 200 malbatî ji xelkê Efrînê li xwe digire. El-Hîlalî destnîşan kir ku vegera penaberan ne tenê alîyekî mirovî ye, lê di heman demê de di ji nû ve amadekirina dibistanên ku penaber lê diman beşdar dibe, da ku bi destpêkirina demsala xwendinê ya nû re werin vekirin.
Di heman çarçoveyê de, El-Hîlalî dîyar kir ku xebat berdewam in ji bo berdana komek girtîyên ku di dozên ne-cezayî de di girtîgehên HSDê de girtî ne di nav vê hefteyê de. Di heman demê de planek hatiye danîn ku alîyên hikûmî yên peywendîdar rêveberîya girtîgehên parêzgeha Hesekê wergirin û wan ji nû ve bi rêk bixin.
Her weha da zanîn ku ev rêkar girtina hejmarek girtîgehên kevn ku ji hêla Hêzên Sûrîya Demokratîk ve dihatin bikaranîn jî li xwe digire.