Siwêda-SANA
Parêzgarê Siwêdayê Mistefa El-Bekûr tekez kir ku dîyaloga niştimanî rêya tekane ye ji bo paşeroja parêzgehê, û bal kişand ser wê yekê ku bangên berê yên ji bo avakirina komîteyeke dîyalogê ya berfireh ku nûneratîya hemû alîyan bike, bersiva ku dihat hêvîkirin nedît.
Parêzgar îro di daxuyanîyekê de got: “Hîn hinek kes bi hêza çekan rê li ber xelkê digirin ku xwe derbibirin an jî beşdarî dîyalogê bibin, û bi vî rengî astengîyê li pêşîya her rêyeke çareserîyê çêdikin.”
Parêzgarê Siwêdayê Mistefa El-Bekûr di dawîyê de jî got: “Siwêda dê her dem wargehê dîyalog û aqil bimîne. Tiştê ku em dixwazin mafê xwezayî yê her kesî ye ku di nav aştîyê de bijîn û beşdarî avakirina paşerojê bibin. Em dê bi yekdengî li dijî her kesê ku rê li ber mafê xelkê yê derbirîn û dîyalogê digire bisekinin.”