Reqa- SANA
Rêveberê Tendurustîya Reqayê Ebdellah El-Hemûd, li gel şandeya Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanî (WHO) rewşa tenduristîyê, mekanîzmayên rûbirûbûna nexweşîyên vegir li parêzgehê û rêyên xurtkirina piştgirîya sazîyên bijîşkî bi derman û pêdivîyan, perwerdekirina kadroyan û dabînkirina vaksînan gotûbêj kirin, ev yek piştî lehîya dawî ya çemê Feratê pêk hat.
El-Hemûd tekez kir ku rewşa tenduristîyê aram e û zirarên lehîyê tenê madî bûn û ti zîyanên canî çênebûne. Her wiha dîyar kir ku giranî daye çalakkirina sîstema hişyarkirina pêşwext a nexweşîyên vegir û şopandina nexweşîyên wekî kolera, sorik û felca zarokan.
Ji alîyê xwe ve, şandê gereke meydanî li Kampa Yûnanî, dergehên kanalîzasyonê û çiravên avê yên ji ber lehîyê çêbûne kir, bi armanca nirxandina metirsîyên jîngehê û rêgirtina li ber belavbûna nexweşîyan. Şandê amadebûna rêxistinê ji bo pêşkêşkirina piştgirî û alîkarîyê li gorî encamên nirxandina meydanî nîşan da.