Hema-SANA
Îro roja şemîyê, li baregeha rêveberîya devera Xabê ya li bajarê Siqêlbîyê (gundewarê Hemayê yê rojava), civîneke bi beşdarîya rîsipîyên bajêr, rîsipîyên bajarokê Qelaet El-Medîq, nûnerên rêveberîya deverê û her du meclîsên lihevhatin û eşîran pêk hat. Armanca civînê çareserkirina wê alozîya ku êvara duh li deverê rû dabû.
Rêveberîya Ragihandinê ya Hemayê di daxuyanîyekê de dîyar kir ku beşdarên civînê li ser bidawîkirina xwepêşandanan û hemû şêweyên alozîyê li bajêr li hev kirin. Di heman demê de, rêveberîya deverê soz da ku dê girtîyan wekî çareserîyeke lihevhatinê berde, û dê civîneke berfirehtir derengîya îro pêk bînin ji bo bidawîkirina vê pirsgirêkê bi temamî.
Beşdaran tekezî li ser redkirina hewldanên çandina fitneyê di navbera kurên welat de kirin, û destnîşan kirin ku hişyarî ji her kesî tê xwestin û ev rûdawa hanê pêdivî bi xebata ji bo belavkirina hişyarîyê heye.
Rêveberîya deverê tekez kir ku hewldanên wan ji bo misogerkirina silamîya welatîyan û parastina milkên giştî û taybet berdewam in, tevî pabendbûna bi yasayan û girtina rênimayên pêwîst li dijî her kesê ku ewlehîyê xera bike.


