Heseke-SANA
Rêveberîya Karûbarên Civakî û Kar li parêzgeha Hesekê ragihand ku xizmeta dayîna kartên kêmendamîyê bo kesên xwedî pêdivîyên taybet, ji destpêka hefteya bê ve, li baregeha rêveberîyê ya li bajarê Hesekê ji nû ve tê çalakkirin.
Rêveberîyê di daxuyanîyeke xwe de îro Duşemê dîyar kir ku ew ê ji bîst û sêyê vê mehê ve li baregeha xwe ya li navenda bajêr li hemberî Baxçeyê Şoreşê dest bi wergirtina daxwaznameyên bidestxistina kartê bike, û destnîşan kir ku ev xizmet tomarkirina nû ligel daxwazên karta windabûyî û ya xerabûyî li xwe digire.
Belgeyên Pêwîst
Rêveberîyê da zanîn ku belgeyên pêwîst ji bo wergirtina vê xizmetê du wêneyên kesane, belgeya rûniştinê (seneda îqamê), kopîyeke nasnameya kesane, ligel belgeya qeyda takekesî ji bo zarokan li xwe digire.
Rêveberê Karûbarên Civakî û Kar Îbrahîm Xelef di daxuyanîyekê de ji bo nûçegihanê SANAyê dîyar kir ku jinûveçalakkirina vê xizmetê, piştî rawestana nêzîkî du salan, beşdarîyê di kêmkirina bar û lêçûnên rêwîtîyê bo parêzgehên din li ser milê kesên kêmendam dike.
Xelef her wiha anî ziman ku dayîna kartê li gorî nirxandina komîteya bijîşkî ya pişkinînê hemû cureyên kêmendamîyê li xwe digire, û bal kişand ser wê yekê ku xebat li ser sererastkirin û nûjenkirina qanûn û rêziknameyên ser bi wezaretê ve berdewam e, di nav de qanûna kar, komele û biryarnameya taybet bi kesên xwedî pêdivîyên taybet.
Taybetmendîyên Zêde yên Pêşerojê
Rêveberê Karûbarên Civakî destnîşan kir ku guhertinên nû dê maf û taybetmendîyên berfirehtir bidin kesên xwedî kêmendam, bi taybetî derbarê zêdekirina rêjeya damezrandinê, mufadeleyên zanîngehê, û îmtîyazên veguhastinê û lênêrînên tenduristîyê.
Hêjayî gotinê ye ku hejmara kesên tomarkirî yên xwedî karta kêmendamîyê li cem Rêveberîya Karûbarên Civakî û Kar li parêzgeha Hesekê gihîştiye nêzîkî 32 hezar kesî ji hemû cureyên kêmendamîyê.