Heseke – SANA
Sazîya Giştî ya Balafirvanîya Sivîl rêveberîya balafirgeha Qamişlo li Hesekê wergirt, wekî cîbicîkirina bendên peymana ku di navbera hikûmeta Sûrî û “HSD”ê de hatibû îmzekirin.
Sazîyê di daxuyanîyekê de îro Şemîyê dîyar kir ku hejmarek ji rêveberên wê gereke meydanî li balafirgeha Qamişloyê pêk anî, ji bo agahdarbûna li ser rewşa wê ya teknîkî û xebatê, û her wiha ji bo nîqaşkirina mekanîzmayên ji nû ve xebitandina wê li gorî pîwerên navdewletî yên pejirandî.

Serokê Sazîyê “Omer El-Huserî” li ser platforma (X)ê eşkere kir ku wergirtina balafirgeha Qamişloyê gaveke sazûmanî ye ji bo yekkirina rêveberîya balafirgehan di bin sîwana dewletê de û misogerkirina xebitandina wan bi şîyaneke navdewletî. Her wiha bal kişand ser wê yekê ku ev yek hemwextî xebatên nûjenkirinê yên bilez li balafirgeha Dêrezorê pêk tê, da ku her du balafirgeh ji nû ve bikevin xizmetê.
El-Huserî berdewam kir û got ku armanc ew e ku her du balafirgehên Qamişlo û Dêrezorê di demeke herî nêz de werin xebitandin, ji bo xizmetkirina welatîyan û xurtkirina aramî û girêdana sektora balafirvanîya sivîl li Sûrîyê.

Şandeyek ji Wezareta Navxwe ya Sûrîyê, bi serokatîya emîd Merwan El-Elî û eqîd Ehmed El-Ehmed, di 8ê Sibatê de civînek bi “HSD”ê re pêk anîbû ji bo gotubêjkirina wergirtina rêveberîya balafirgeha Qamişloyê.

