Hims-SANA
Şaxê Sazîya Sûrîyê ya Posteyê li parêzgeha Himsê îro Yekşemê, di çarçoveya pêşkêşkirina hêsankarîyan, hêsankirina karûbaran û xizmetkirina welatîyan de, dest bi dayîna belgeya tomara dadwerî kir. Ev xizmet li hola navendî ya Rêveberîya Posteyê û hejmarek nivîsgehên li parêzgehê tê pêşkêşkirin.
Berpirsê Sazîya Sûrîyê ya Posteyê li Herêma Navendî Sayir El-Rifaî di daxuyanîyekê de ji bo nûçegihana SANAyê dîyar kir ku taybetmendîya vê xizmeta nû ew e ku belgeya “Ne-mehkûm e” ji bo welatîyên li nav bajêr û gundewarên parêzgehê bi hêsanî peyda dike.
Hejmarek welatîyan kêfxweşîya xwe bi vê pêngavê anîn ziman. Îyad El-Nesan, ku yek ji xelkê Himsê ye, dîyar kir ku vê xizmetê dem û keda welatîyan parastiye, ji ber ku belge bi hêsanî, bi lez û bi sîstema otomatîk tê dayîn.


