Heleb-SANA
Desteya Operasyonan a Artêşa Erebî ya Sûrî ragihand ku piştî êrîşên tund yên rêxistina HSDê li ser taxên bajarê Helebê û pêkanîna gelek komkujîyan li dijî sivîlan, hemû baregehên wê yên leşkerî li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefîyê ji bo Artêşa Erebî ya Sûrî hedefên leşkerî yên rewa ne.
Desteyê her wiha got: “Em bang li gelê xwe yê sivîl li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefîyê yên bajarê Helebê dikin ku bi lez ji baregehên HSDê dûr bikevin.”
Desteyê ragihand ku Dergehê El-Ewarid û yê Kolana El-Zihûr yên ku niştecîhên herêmê wan nas dikin, heta saet 3yê piştî nîvro, du dergehên mirovî yên ewle ne.