Heleb-SANA
Îro Sêşemê, şênîyên nahîya Şîyûxê li devera Kobanê li gundewarê Helebê yê rojhilat, piştî 11 salên koçberîyê dest bi vegera malên xwe kirin. Ev gav di çarçoveya hewldanên dabînkirina vegera xelkê bo herêmên wan û amadekirina şert û mercên guncav ji bo jîyana wan a asayî pêk tê.
Xewla El-Elî Husên ji nûçegihanê SANAyê re kêfxweşîya xwe ya mezin bi vegera ser axa xwe nîşan da, tevî ku wêranî û xerabîyeke mezin gihîştîye mal û binesazîyê û zirarên madî gihîştine mal û milkên xelkê.
Hêzên Ewlehîya Hundirîn li nahîya Şîyûxê, bi rêya tîmên endezyarîyê, li ser rakirina mînan, girtina tunelan û vekirina rêyan kar kirine daku çûnûhatina welatîyan hêsan bibe û mercên vegera wan bo malên wan amade bibin.




