Şam-SANA
Wezareta Dadê ragihand ku wê ji kêlîya yekem ve doza zaroka bi navê Nûr Muhened El-Dos bi baldarî û berpirsyarîyeke mezin şopandîye û bi serpereştîya Dozgerîya Giştî lêpirsînên destpêkê pêk anîne.
Her wiha encamên ku bi dest xistine bi zelalî ji raya giştî re eşkere kirin, di çarçoveya mafê civakê de ku rastîyan dûrî gotegot û texmînan bizanibe.
Wezaretê tekez kir ku parastina mafên zarokan berpirsyarîyeke wisa ye ku ti xemsarîyê qebûl nake, û her îdiayeke derbarê kêmasî yan xeletîyên di rêkarên dadwerî de dê bi cidî û bêalî bê lêkolînkirin.
Her wiha destnîşan kir ku ew dê di wergirtina rêkarên yasayî û îdarî de li hember her kêmasîyeke piştrastkirî dudil nebe.
Ji alîyê xwe ve, Rêveberîya Ewlekarîya Hundirîn li bajarê Newayê li gundewarê Derayê hûrgilîyên tawana kuştina zaroka bi navê Nûr eşkere kirin.
Rêveberîyê dîyar kir ku piştî lêpirsînên hûr û komkirina belgeyan, wan karîbû nasnameya kujer dîyar bikin û wî bigirin.
Derket holê ku kujer mamê zarokê ye bi navê (M.D), û di dema lêpirsînê de li tawana xwe mikur hat.
Her wiha lêpirsînan rê vekir ku bavê zarokê (M.D) û mamê wê yê din (M.D) jî bi tawana veşartina tawanê werin girtin.


