Reqa-SANA
Parastina Sivîl a Sûrîyê duh Çarşemê êvarî, zilamek rizgar kir, piştî ku ketibû tunelekê bi kûrahîya 15 metreyan ji bermayên rêxistina HSDê li bajarê Tebqayê li gundewarê parêzgeha Reqayê.
Parastina Sivîl bi rêya kenala xwe ya Telegramê zelal kir ku tîmên wan alîkarîyên pêşîn ên pêwîst pêşkêşî wî zilamî kirin, û piştre ew rakirin nexweşxaneya bajêr ji bo dermankirinê.
Her wiha Parastina Sivîl bang li xelkê kir ku ji tunelên ku rêxistina HSDê li pey xwe hiştine baldar bin, û daxwaz kir ku tîmên Parastina Sivîl û alîyên peywendîdar bi her tuneleke wiha agahdar bikin, da ku bi rengekî guncav tedbîrên xwe bistînin û niştecîhan ji rîskên wan tunêlan biparêzin.

