Hims-SANA
Pênc kes ji ber teqîna mînekê, li derdora balafirgeha El-Tîfor ʺT4ʺ li gundewarê rojhilatê Himsê, hatin kuştin.
Rêveberîya Ragihandinê ya Himsê, îro roja Înê bi rêya kenala xwe ya fermî li ser sepana “Telegram”ê, da zanîn ku tîmên endezyarîyê yên pispor ên Artêşa Erebî ya Sûrîyê, termên her pênc kesan li derdora balafirgeha T4 a li ser rêya Hims – Tedmurê, dîtin.
Di dema ku tîman operasyoneke pişkinîna ewlekarî ya demdemî li wê deverê pêk dianîn, term hatin dîtin.
Rêveberîyê zelal kir ku dane û lêpirsînên destpêkê dan xuyakirin ku qurbanîyan ji ber teqîna mînekê jîyana xwe ji dest dane, di encama derbasbûna wan, bi şêwazekî neyasayî berî çend rojan ji dîtina wan, bo devera derdora balafirgehê.