Heleb – SANA
Tîmên endazyarîyê li nahîyeya El-Şîyûxê li gundewarê Helebê, rakirina mayînan û dagirtina tunelan ji bo dabînkirina vegera xelkê berdewam dikin. Berpirs Raid El-Muhemed ragihand ku 90-95%ê herêmê hatiye paqijkirin, bi giranîya li ser mal û sazîyên jîyanî yên sereke.
Tîmên endazyarîyê qonaxa duyemyîn a dagirtina tunelan û vekirina rêyên nahîyeya El-Şîyûxê dest pê kirin, ligel bikaranîna mayîngiran ji bo paqijkirina zevîyên çandînîyê bi armanca bilindkirina rêjeya pêkanînê bo 97%. Ev kar wek temamkerê operasyonên pûçkirina mayîn û bombeyên ku ji destpêka Sibatê ve dest pê kirine tê, ji bo dabînkirina rêya pira Qere Qozaq û vegera sivîlan.




